9 Sal bi ser bûyerên Amûdê re derbas dibin

.

 Îro 9 sal di ser bûyera Amûdê re derbas bû ku hêzên asayişê rûbirûyî xwepêşandanekê li bajarê bibûn û gule bi ser xwepêşandaran de berdabûn û di encamê de 6 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bibûn.

Di 27ê Hezîrana 2013an de, hejmarekê ji çalakvanan li bajarê Amûdê dest bi girevekê kiribûn, ji bo azadkirina çend girtiyên siyasî, lê alozî di navbera wan û hêzên asayîşê de derketibû, û di encamê de 6 kes hatibûn kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn.

Kesûkarên wan qurbaniyan, her daxwaz dikin ev dosye bi awayekî dadmendane yekalî bibe û kesên ku destên wan di wê komkujiyê de hebûn, bêne dadgehkirin û sizadan, herwiha kesûkarên wan bêne qerebûkirin.

Birayê kesekî ji qurbaniyên bûyera Amûdê Mezlûm Qerno dibêje malbatên qurbaniyan ji bilî lêborînê daxwaza dadgehkirina berpirsên bûyerê kirine, lê HSDê ew yek red kiriye.

Mezlûm Qerno got: “Lêborînxwestin tenê ne bes e, divê ew çekdarên ku ev komkujî pêk anîne bêne cezakirin. Bi hovane xelk kuştin û nehiştin em zarokên xwe biveşêrin.”

Piştî derbasbûna van salan û mikurhatina Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPGê li wê bûyerê ku, berpirsiyariya xwe di ber de ragihand, herwiha sala 2021ê ji bo gihiştina bi lihevkirinekê, û yekalîkirina vê dosyeyê, komîteyek ji aliyê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ve hate damezrandin, lê hêj kesûkarên wan qurbaniyan dibêjin, ti yekalîkirin nehatiye dîtin.

Serkirdeyê ENKSê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê Beşar Emîn jî daxwaz kir ku HSD wê pirsgirêkê çareser bike û got: “Kesûkarên wan heta niha jî dixwaza yekaîkirinê dikin.”

Ji 2013yan ve heta niha, malbat û kesûkarên qurbaniyên bûyera Amûdê nehatine qerebûkirin, ne jî kesek ji tawankaran hatiye darizandin, dadgehkirin yan sizadan.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Dewleta Îranê di 8 mehan de 800 kesan îdam kir
Iraq û Amerîka pirsa hinardekirina petrolê nîqaş dikin
Nûxşe Nasih: Agir berdewam dike û me ji parêzgeha Silêmaniyê alîkarî xwest
Li ber Parlamentoya Tirkiyeyê Toroseke spî hat şewitandin
Pervîn Chakar dê perwerdeya masterclassê bide: Serlêdanan dest pê kir