9 rojnameger û nivîskar hatin berdan: Hîcrî Îzgoren jî di nav de ye

.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 9 rojnameger û nivîskarên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de hatibûn desteserkirin hatin berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de 26ê mehê li parêzgeha Amedê û çend bajarên din polîsan bi ser hejmarek navnîşanan de girtibû.

Di encamê de Hevserokê Şaredariya Peyasê ya Amedê Cengîz Dundar, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û rojnameger Ahmet Sunbul, nivîskar Ahmet Hîcrî Îzgoren, derhêner Ardin Dîren û mamosteyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) hatibûn desteserkirin.

Piştî karûbarên yasayî îro li parêzgeha Amedê 9 kes birin dadgehê û her 9 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan ku helbestvan û nivîskar Ahmet Hîcrî Îzgoren jî di nava wan de ye.

Kesên ku hatine berdan:

Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna

Karîkaturîst Dogan Guzel

Nivîskar Omer Barasi û Berfîn Atli

Derhêner Ardin Dîren

Abdurrahman Aydin

Helbestvan û nivîskar Ahmet Hîcrî Îzgoren

Wênegir Emrah Kelekçîler

Rojnameger Ahmet Sunbul

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye