822 rojname û kovar li Kurdistana Başûr derdikevin

20 televîzyonên dîjîtal û satelaytî û nêzîkî 200 radyo li Kurdistanê hene û ew jî weşana xwe dikin.

Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Hekîm Azad di derbarê  rewşa rojnamegerî û medya kurdî de ji BasNûçe’yê re axivî û Roja Rojnamegeriya kurdî li hemû rojnamegerên kurd pîroz kir. Azad di derbarê rewşa giştî ya rojname, govar, televîzyon, radyoyên kurdî yên li Herêma Kurdistanê, agahî da me. Azad eşkere kir ku niha 822 rojname û govar li Kurdistanê derdikevin û gelek ji wan piştî şerê DAIŞ’ê û qeyrana aborî weşana xwe dane rawestandin. Herwiha azad eşkere kir ku bi tenê niha 35 govar û rojname li Kurdistanê derdiçin û digihînin ber destên xwînerên xwe. Li aliyê din Azad eşkere dike ku hejmareke zêdetir ji 20 televîzyonên dîjîtal û satelaytî û nêzîkî 200 radyo li Kurdistanê hene û ew jî weşana xwe dikin. Azad eşkere bi wê yekê  dike ku tesîra qeyrana darayî li ser televîzyon û radyoyên Kurdistanê jî pêk hatiye û geleke ji wan weşana xwe dane rawestandin.

Di bderdewamiya axaftina xwe de Hakîm Azad eşkere dike ku piştî 2003’an wan gelek hewlda ku rojnamegeriya kurdî pêş bikeve û ji azmûnên cihanê îstîfade bike. Herwiha Azad amaje li ser wê yekê dike ku wan ji Konfederasyona Rojnamegerên Navdewletî (IFJ) îstîfade kiriye û bûne bûne endamên konfederasyon e. Azad li aliyên din tekezî li ser wê yekê dike ku wan hin biryarên konfederasyonê wekek qanûnên xwe pejirandine û ew pabendî konfederasyonê ne û ji azmûna wan îstîfade dikin û rê li ber rojnamegerên endamê sendîkayê ne jî vedikin.

Berdewama wê

http://www.basnews.com/index.php/kr/news/273245

Siyaset Haberleri

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin
Li Şingalê gora bikom a 67 Kurdên Êzidî tê vekirin
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin