800 malbat vegerîyane cihên xwe

Berpirsê Ragihandina Nivîsgeha Koç û Koçberan li Xaneqînê Îslam Ebdullah aşkere kir 800 malbatên ji bajarokê Seîdîyê koçberbibûn vegerîyane cih û malên xwe.

Navenda Nûçeyan- Îslam Ebdullah ji BasNewsê ra axivî û ragihand:”Îro roja sêşemê 03/ 12/ 2019an,800 malbatên ji bajarokê Seîdîyê û gundên wê koçber bibûn û hatibûn Germîyanê vegerîyane ser gund û warên xwe.”

Herwiha Îslam Ebdullah amaje bi wê yekê jî kir ku biryar bû ew malbat berîya bi mehekê vegerin. Lêbelê ji ber hin lêkolînên pêwîst û karûbarên emnî vegera koçberan mehekê dereng ketîye.

Îslam da zanîn ku hin karwenekî din ê penaberên Seîdîyê heye û ew ê jî vegerin ser mal û milkên xwe.

Rêxistina terorîst a DAIŞê di havîna sala 2014an bajarokê Seîdîyê û gundewarên wê dagir kir. JI ber wê dagirkerîya DAIŞê xelkê herêmê koçberî Xaneqînê û Germîyanê bibûn.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist