8 gundên Pêncewênê hatin bombebarankirin

.

 Sibeha îro, derdora 8 gundên qezaya Pêncwênê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve hatin bombebarankirin. Qaymeqamê Pêncwênê jî ji Rûdawê re got: “Bombebarana gundan 20 xûlekan dom kiriye, lê belê ziyaneke zêde nebûye.”

Qaymeqamê Pêncwênê, Zana Rehman ji Rûdawê re got: “Seet 6:30 xulekên sibeha îro, bo dema 20 xûlekan ew gund hatine bombebarankirin. Cihên ku hatine armanckirin jî, cihên çandiniyê ne.”

Zana Rehman got: “Tevî ku ew zanyariyên destpêkê ne, lê hemû guman diçin ser vê yekê ku dronên Tirkiyê bin. Em dê lêkolînên zêdetir jî dikin.”

Di debrarê ziyanan de jî Qaymeqamê Pêncwênê got: “Ti ziyaneke canî û madî nebûye, lê tirs di nava xelkê navçeyê de peyda bûye.”

Ew gund dikevin ser yek hêlê, ku gundên Omeresênan, Binawiyan, Kanî Mîran, Wiryawe, Salyawe û Qizilco ne.

Li gor dîmenên vîdyoyê ku jibo Rûdawê hatine şandin, beşek ji bombebaranan nêzîkî cotkaran bûne.

Cotkarekî gundê Xunyane ji Rûdawê re ragihand: “Bombebaranê zirarek mezin gihande me, ew zeviya me hatiye bombebarankirin, firingî lê hatine çandin û çend milyon dînar zirar li me ketiye.”

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn