7 çekdarên ser bi Tirkîyê ve li Eyn Îsayê hatin kuştin

7 çekdarên ser bi Tirkîyê ve di encama êrîşekê de li gundewarê Eyn Îsayê hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar bi mûşekan êrîşî gundên Dibis û Hoşan li rojavayê bajarokê Eyn Îsayê kirin û hewl dan bipêş bikevin.

Dîyar kir jî, ew êrîş ji alîyê şervanên HSDê ve hat şikandin û di encama şer û pevçûnan de 7 çekdarên ser bi Tirkîyê ve hatin kuştin û otombîleke wan a serbazî hat şikandin.

Li gor zanayrîyên Rewangehê, ji şeva bûrî ve artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar gundê Til Minax û derdora bajarokê Til Temirê bi top û mûşekan armanc dikin.

 

K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist