6 welatên Ewropayê: Divê Tirkîye operasyona yekalî rawestîne

Hejmareke welatên Ewropayê ku beşek ji wan endamên daîmî yên Encûmena Asayîşa Navdewletî ne daxwaz ji Tirkîyê kir operasyona leşkerî ya yekalî bo ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne.

 

Navenda Nûçeyan- Hejmareke welatên Ewropayê ku beşek ji wan endamên daîmî yên Encûmena Asayîşa Navdewletî ne daxwaz ji Tirkîyê kir operasyona leşkerî ya yekalî bo ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne.

Brîtanya û Fransa ku endamên her tim yên Encûmena Asayîşa Navdewletî ne, li gel Almanya, Belçîka, Poland û Estonyayê daxuyenîyeke hevbeş belav kirin û tê de daxwaz ji Tirkîyê kirin operasyona leşkerî ya yekalî bo ser bakurê Sûrîyê rawestîne.

Di daxuyanîyekê her şeş welatan aşkere kirin, operasyona leşkerî ya yekalî ya Tirkîyê ya bo ser Sûrîyê êriş e li ser seqamgirîya navçeyê û destkeftên hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAIŞê li navçeyê dixe bin metirsîyê.

Li gor wan 6 welatên Ewropayê berdewambûna wê operasyonê dibe sedema zêdebûna koçber û penaberan û herwiha dibe asteng li pêşiya gihandina alîkarîyên mirovî bi navçeyên Sûrîyê ku pêwîstîya wan pê heye.

Wan her şeş welatên Ewropayê tekezî li ser wê kirin ku krîza Sûrîyê bi rêyên leşkerî çareser nabe û take rê bo çareserkirina kêşeyên wî welatî encamdana guftûgoyên sîyasî û pabendbûn e bi biryara hejmar 2254 a Encûmena Asayîşa Navdewletî li gor rêkeftina Cenevrê.

 

Çavkanî: Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye