6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Racî Bîlîcî, rêveberê IHDyê hatîye birîn

Bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh ceza girtîgehê li Racî Bîlîcî, rêveberê IHDyê hatîye birîn.

Navenda Nûçeyan - Endamê Lijneya Rêveberîya Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (IHD) Parêzer Racî Bîlîcî bi îdaya “endamtîya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Dadgehkirina Bîlîcîyî îro li li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatîye.

Bîlîcî, parêzerên wî û gelek parêzer û mafparêz li danişînê amade bûne.

Di danişînê da dozger nêrîna xwe ya bere dûbare kirîye û xwestîye ji 7 heta 15 salan ceza li Bîlîcîyî were birîn.

Bîlîcîyî di parastina xwe da gotîye: “Min 22 salan mamostetî kir. 3 meh piştî derbeyê ez ji kar hatim dûrxistin. Ji bo ku parêzertîyê bikim min ji peywira xwe îstîfa kir. Ez niha weke parêzerêkê li pêşberî we me. Bi salên dûr û dirêj min parazvanîya mafên mirovan kir û bi awayekê çalak xebitîm. Min rêvebertîya IHDê û Serokatîya Şaxa IHDê ya Amedê kir. Em weke parazvanên mafên mirovan, bin pê kirinên mafan tespît dikinû weke rapor di weşînin. Ji bo ku c arek din binpê kirinên mafên mirovan neyîn jîyîn, me hevdîtin bi rayedar û desthilatên sîyasî ra kirine, ji bo ku şer û pevçûn rû nedin, me bi dehan caran hevdîtin bi desthilatdarîya sîyasî re kir. Ez beraeta xwe dixwazim.”

Piştî parastina Bîlîcîyî û parêzeran, heyeta dadgehê Bîlîcîyî  bi îdiaya “Endamtîya rêxistinê” bi 6 sal û 3 mehan mehkûm kirîye

MA

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist