59 sal di ser komkujîya Sînemaya Amûdê re derbas bûn

Di şeva 13ê mehê de agir Sînemaya Amûdê girtibû di encamê de 283 zarok di nav pêtên agir de can dabûn.

Navenda Nûçeyan- Şewata Sînemaya Amûdê an jî Agirê Sînemaya Amûdê di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e ku di 13ê Mijdara 1960an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çêbibû. Di şeva 13ê mehê de agir  Sînemaya Amûdê girtibû di encamê de 283 zarok di nav pêtên agir de can dabûn.

Ji bo piştgirîya Şoreşa Cezayirê fîlmekî bi navê Cerîmet Nisif el-Leyl "Cerîmeya Nîvê Şevê" ji alîyê dewleta Misirê ve hatibû çêkirin û li pêşkêşî zarokên Amûdê hat kirin. Sînema ku têra 200 zarokî dikir 500 zarok hewandibûn. Wexta 500 zarok di sînemayê de agir dest pê kir. Derîyê salona sînemayê girtî bû. Di vê bûyera kesertijî de 180-283 zarokên kurd jîyana xwe ji dest da.

Gelek çavkanî aşkere dikin ku dewleta Sûrîyê ev bûyer pêk anîye û dewletê heta niha ti lêkolîn derbarê wî agirê de çênekirîye. Agirê Sînemaya bajarê Amûdê wek semboleke zilm û neheqîya li gelê Rojavayê Kurdistanê hîn jî hildibe.

Mihemedê Seîd Axayê Deqorî di vê bûyerê de xelaskerê gelek zarokan bûye. Di şeva Şewata Sînemaya Amûdê, ji sînemaya ku dişewite bi dehan zarokan derdixe û xilas dike. Di dawîyê de stûnek di ser de dihête xwarê û canê xwe ji dest da. Wêrekîya Mihemedê  Seîd Axayê Deqorî dibe yek ji mijarên dengbêj û stnranbên kurd.

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê
HSD: Li Dêrezorê êrişa DAIŞê hat têkbirin
Kurdekî pirsa referandûm û dewleta Kurdî bir Kongireya Aştiyê ya Cîhanî
Li 3 salên dawiyê de zêdetir ji 170 rojnamevan li Îranê de hatine binçavkirin
Mezlûm Ebdî di Roja Cîhanî ya Kobaniyê de got: 'Yekîtiya li hemberî tarîtiyê'