50'emîn 'Diplomatique Kurdî' derket

Kovara Le Monde Dîplomatique Kurdî bi hejmara xwe ya 50'emîn derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan - Di vê hejmarê de du nivîs derketine pêş. Yek jê ya Serge Halimi "Ji niha ve!" ye û ya din jî ya Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan a bi navê "Vîrusa Koronayê Dinya Rawestand" e. Her du nivîs jî li ser vîruso koronayê ne ku vî vîrusê niha dinya girtîye bin bandora xwe.

Halimi dibêje, "Krîza vîrusa koronayê dê bibe endîşeya yekê ya cîhanî ya jîyana merivî: ew dê zûbizû jibîr jî neçe. Heke ku ne bi temamî jî be, berpirsên sîyasî naçar in ku hisabê vê yekê jî bikin." Kizilhan jî gotîye: "COVID-19 wekî derbeke

mezin li Ewropayê û dewletên dinê xist, bi taybetî li Îtalya, Spanya, Fransa û Almanya. Hemû sîstemên tendirustî ketin

bin metirsîyeke mezin, nikarin hewqas nexweşan derman bikin."

Ji bilî van gelek nivîsên ji fransizî bo kurdî hatine wergerandin cih girtine. Nivîsa Theo Bourgeron bi sernavê "Cazîbeya Jênefilitînê", nivîsa Anne Mathieu "Piştî mirina wî bi çil salî nefterete nedîtî ji felfeseyê Redkirina Sartre" hatîye weşandin.

Ji bo xwendinê:

-LE MONDE DIPLOMATIQUE KURDÎ-50

Siyaset Haberleri

Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin
Dibistana Kurdî li Utrechtê hate vekirin
Washington hişyariyê li ser vekişîna yekcarî ji Iraqê dide
78 dewlet daxwaz ji Rûsyayê dikin ku bê şert û merc şerê li dijî Ukraynayê rawestîne