5000 Kurdên Bakur koçberî Başûrê Kurdistanê bûne

Beşek ji wan koçberan zêdetirî 20 salan e ku li Başûrê Kurdistanê ne, lê belê hêj nasnameya Iraqê bi wan nehatiye dan.

Ji ber şer û pevçûnên Bakurê Kurdistanê zêdetir ji 5 hezar welatiyên Bakurê Kurdistanê koçberî Başûrê Kurdistanê bûne û zêdetirî 22 salan e ku di 4 kampên li parêzgeha Duhokê de hatine akincîkirin.

Beşek ji wan koçberan zêdetirî 20 salan e ku li Başûrê Kurdistanê ne, lê belê hêj nasnameya Iraqê bi wan nehatiye dan.

Welatiyên Bakurê Kurdistanê dibêjin, bi sedema nebûna nasnameyê zarokên wan piştî ku xwendina xwe bi dawî dikin, bawerînameyên xwe yên xwandinê li malê didanin û bo dabînkirina debera jiyana xwe wek karker kar dikin.

Li gorî destûra bingehîn a Iraqê, ew kesên ku hevwelatiyên Iraqê nînin, piştî ku 10 salan li Iraqê man, dikarin nasnameya Iraqê werbigirin, lê belê ew yek bo koçberên Bakurê Kurdistanê nehatiye kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist