500 milyon dolar alîkarî ji bo herêma erdhejê

.

Banka Cîhanî pakêtek fînansekirinê ya nû ya 500 milyon dolarî ji bo karsaziyên li herêma erdhejê bi Banka Geşepêdan û Veberhênanê ya Tirkiyeyê (TKYB) re îmze kir.

Peymanên derbarê dabînkirina fînansmanê ji bo TKYBê di çarçoveya Projeya Afirandina Karê Qeydkirî de, ku ji bo piştgiriya vejîna aborî û zêdekirina kar li herêmên erdhejê bandordar hatiye pêşxistin û ji hêla Lijneya Rêveber a Banka Cîhanê ve hatiye pejirandin, di 23ê Gulanê de hatin îmzekirin.

Di vê çarçoveyê de 500 milyon dolar fînanse wê ji bo karsazên ku li 11 parêzgehên Edene, Semsûr, Diyarbekir, Elezîz, Dîlok, Hatay, Mereş, Kilîs, Meletî, Osmaniye û Rihayê pêk tên û li 7 parêzgehên cîran ên Batman, Bîngol, Qeyserî, Mêrdîni Nigde, Sêwas û Dêrsimê pêk tên, bê terxankirin.

Armanca projeyê ew e ku bi dabînkirina pêdiviyên veberhênan û sermayeya kar a şîrketên li herêmê, karên heyî biparêze û derfetên kar ên zêdetir biafirîne.

Bi temamkirina îmzekirina vê projeyê, tevahî mîqdara fînansmana ku ji hêla rêxistinên navneteweyî ve ji bo herêmên ku ji erdhejên 6ê Sibatê bandor bûne hatiye peyda kirin gihîştiye 6.4 milyar dolarî. Ji vê fînansmanê nêzîkî 2.4 milyar dolar ji bo piştgiriya sektora rastîn û hinardekaran tê bikaranîn.

Siyaset Haberleri

Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin
Welatiyên Qamişlo li dijî buhabûn û nebûna xizmetguzariyan daketin kolanan
Serokwezîrê Brîtanyayê dev ji karê xwe berda