50 sal li ser şahdeta wî derbas bû

Di 50 salîya şahdeta wî de bi bîr tînin!

 

Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDKT) Faik BUCAK, di 4ê Tîrmeha 1966an de, li herêma Karakoprî ya Sêwregê li benzînxaneyekê de di erebeya xwe de êrîşek bi çek lê hatibû kirin; rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Ruhayê û 5ê Tîrmeh a 1966an de şehîd bibû.
Di 50 salîya şahdeta wî de bi bîr tînin!
Rûpela nû

 

 

SONDA MIRINÊ

Sonda me mirin e di rêya te de welat
Kefen û kirasên me ne, ferman û xeml û xelat
Xencî mirinê, dinê de bo me nebûye xebat
Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan
Em dîlîtîyê naxwazin, pir bi rûmet e goristan
Kal, pîr ser tirba kuştîya digirîne
Dil û kezewa wan gişka tijî kul û birîn e
Law, bûk hemû jî xwûn digirîne
Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan
Em dîlîtîyê naxwazin, pir bi rûmet e goristan
Em bi lorîka mirinê hatin pêçandin
Dêya, şûna şîr em bi xwînê mêjandin
Çirî, birano werin, welat çû, qedandin!
Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan
Em dîlîtîyê naxwazin, pir bi rûmet e goristan
Faik BUCAK

 

Siyaset Haberleri

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin
Li Şingalê gora bikom a 67 Kurdên Êzidî tê vekirin
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin