5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Berdevkê Rêveberîya Polîsê Dîyala Nîhad Mihemed aşkere kir ku doh roja înê 5 çekdarên terorîstên DAIŞê li sînorê çîyayê Hemrînê hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan- Nîhad Mihemed ji BasNewsê ra axivî û got: “Artêşa Iraqê li Dîyalayê li ser zincîre çîyayê Hemrînê û deryaçeya Hemrînê li dijî çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê operasyoneka serbazî encam daye û di encama operasyonê da 5 çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê hatin kuştin. Herwiha gelek çekên rêxistinê jî hatine desteserkirin.”

Herwiha Nîhad Mihemed amaje bi wê yekê jî kir ku di encama zanyarîyên îstîxbarara Iraqê wan ew operasyona serbazî encam daye.

Deryaçeya Hemrînê û zincîre çîyayayên Hemrînê nêzîkî nahîyeya Sadîyê ye ser bi bajarokê Xaneqînê va ye. Xaneqîn  jî ser bi Kerkûkê ye û li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê da cî digire.

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir