5 termên din ji Gola Wanê hatin derxistin

Di berdewamîya lêgerînên ji bo dîtina termên koçberên xeniqî yên li nav Gola Wanê de, 5 termên din hatin dîtin û ji avê hatin derxistin.

Xebatên lêgerînê ji bo dîtina termên qurbanîyên ku berîya 22 rojan di bûyera bianvbûna belemekê de li Gola Wanê xemniqîbûn, berdewam in.

Di çarçoveya wan lêgerînan de, îro termên 5 kesên din li Gola Wanê hatin dîtin û ji alîyê tîmên taybet ve ji golê hatin derxistin.

Bi vê yekê hejmara termên ku heta niha ji nav Gola Wanê hatine derxistin, gihîşte 59 terman.

Cenazeyên ku îro hatin dîtin, bi rêya otomobîlên Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê bo Pizîşkîya Dadê ya vê parêzgehê hatin veguhastin.

Roja 27ê Hezîranê tekneyek ku bi dehan koçber li ser bûn, li nav Gola Wanê noqmî avê bûbû û hemû kesûn li ser xeniqîbûn, lê termên wan kesan nehatibûn dîtin. Ew tekne ji beravên gundê Genjekê ku dikeve qezaya Westanê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ketibû rê û li gor agahîyan xwastibû ku derbasî alîyê din ê Gola Wanê bibe ku di rê de noqmî avê bûbû.

Ji rojek piştî bûyerê ve û heta niha xebatên bo dîtina cenazeyên wan koçberan berdewam in û her carê hin term tên dîtin.

Piştî bûyera noqmbûna tekneya koçberan di 27ê Hezîranê de, tîmên lêgerînê ew tekne di kûrahîya 106.5 metrî ya Gola Wanê de dîtibûn.

Têkildarî bûyera noqmbûna wê tekneyê û xeniqîna koçberan, 5 kes ji alîyê hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê ve hatine desteserkirin, ku 2 ji wan hatine girtin û 3 kes jî bi merc hatine berdan.

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye