40 roj bi ser koça dawî ya Hemîd Hacî Derwêş re derbas bûn

Li bajarê Amûdê yê Rojvayê Kurdistanê merasîma 40 rojîya sîyasetvanê Kurd û Sekreterê Giştî yê Partîya Pêşverû yê berê Ebdulhemîd Hacî Derwîş hat sazkirin.

Navenda Nûçeyan- Duh li bajarê Amûdê merasîma 40 rojîya Hemîd Hec Derwîş birêve çû.

Merasîm ji alîyê Partîya Pêşverû bi beşdarbûna hejmarek ji nûnerên alîyên sîyasî herwiha kesayetên Rojavayê Kurdistanê, birêve çû.

Di merasîmê de çend gotar hatin pêşkêşkirin û kurtefilmek li ser jîyan û xebata Hemîd Hec Derwîş hate pêşkêş kirin.

Ebdulhemîd Hacî Derwîş, sala 1936 li gundê Qermane yê ser bi bajarê Dirbêsîyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû û yek ji damezrênerên yekem partîya Kurdî li Sûrîyê, PDK-Sê bû ku di sala 1957an de hat damezrandin.

Hacî Derwîş ji nifşê yekem ê sîyasetmedarên tevgera sîyasî ya kurdî li Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê bû. Di sala 1990 weke endamê parlamentoya Sûrîyê hate hilbijartin, herwiha ji damezrênerên Encûmena Niştimanîya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) bû.

Wî çend caran daxwaza lihevhatina TEV-DEM û ENKSê kiribû.

Ebdulhemîd Hacî Derwîş, sîyasetmedarekî lîberal bû, ew di wê bawerîyê de bû ku pirsa Kurd li Şamê tê çareserkirin û her demê dixwest ku Kurd bi Şamê re danûstandin û dîyalogê bikin.

Roja 24ê Cotmeha 2019an, Sekreterê Partîya Demokrata Pêşverû, Ebdulhemîd Hacî Derwîş di temenê 83 salîyê de koça dawîyê kir.

Çavkanî: Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist