4 kes di bîreke avê de xeniqîn

Berdevkê Rêveberîya Tendirustîya Koyayê Hewkar elî aşkere kir li gundekî bajarokê Teqteqê 4 kes di bîreke avê de xeniqîne.

Navenda Nûçeyan - Êvara roja duşemê 01.06.2020an Berdevkê Rêveberîya Koyayê Hawkar Elî ji BasNewsê re axivî û aşkere kir li gundê Mixeres ê ser bi sînorê nahîyeya Teqteqê 4 kes di ava bîrekê de xeniqîn.

Herwiha Hawkar Elî ragihand heta niha terme kesekî ji wan bo nexweşxaneyê hatîye veguhestin û  hîn rûdaw li cem wan zelal nîne bê bîr bi ser wan de hatîye xawrê yan bûyereke din pêk hatîye.

Heta niha nasnameya wan kesên di bîrê de xaniqîne jî dîyar nebûye.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist