3’yê Tebaxê, salvegera komkujîya Kurdên Êzîdî

Îro 3`yê Tebaxa 2020an, şeşemîn salvegera êrîşa DAIŞ`ê ser Şingalê û derdora wê û komkujîya Kurdên Êzidî ji alîyê wê rêxistinê ve ye.

Roja 3`yê Tebaxa 2014`an, rêxistina têrorîst a DAIŞ`ê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatîyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piranîya wan nıkarîne vegerin ser cih û warên xwe.

Berî êrişa DAŞ`ê ser Şingalê nifûsa Êzîdîyan li vê deverê 550 hezar kes bû. Di êrişên hovane yên li ser Şingalê de zêdetirî 400 hezar Kurdên Êzidî ji cih û warên xwe aware bûn ku beşeke wan li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê û beşek ji wan jî berê xwe dane derve. Tevî ku DAIŞ, li Iraqê hat jinavbirîn jî Kurdên Êzidî heta niha jî nekarîne vegerin ser mal û milkê xwe.

Ji sedî 65`ê Kurdên Êzidî yên ku li derveyî Şingalê ne hê jî nekarîne vegerin bajarê xwe. Beşek mezin ji wan li kampên li Duhokê dijîn

Parlementoya Kurdistanê par 3yê Tebaxê “Roja Komkujîya Êzidîyan” îlan kiribû.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist