394 kesên din ji koronayê mirin

.

Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 394 kesan jiyana xwe ji dest dan û 31 hezar û 891 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî ji ber koronayê de 394 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi daxilbûna 2 hezar û 673 nexweşên nû re 31 hezar û 891 pêketiyên nû hatin tespîtkirin. Bi daneyên îro re li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara miriyan derket 40 hezar û 131’an û hejmara pêketiyan jî derket 4 milyon 820 hezar û 591'an. 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist