352 mexdûrên lehiya Duhokê hatin qerebûkirin

.

Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter ragihand, proseya qerebûkirina ziyanpêketiyên lehiya hefteya borî ya li Duhokê rû dabû berdewam e û heta niha 352 xwedî xanî hatine qerebûkirin.

Elî Teter îro Yekşemê di civîneke rojnamevanî de ragihand, heta niha wan kariye 352 xwediyên xaniyan qerebû bikin û ew plan dikin ku beriya cejnê hemû ziyanpêketiyan qerebû bikin.

Elî Teter got, Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman dane ku di zûtirîn dem de hemû ziyanpêketiyên lehiyê bên qerebûkirin û çi pêwîst be, dê ji wan re bê kirin.

Parêzgarê Duhokê diyar kir, “Hêzên Pêşmerge, karmend, xwendekar, mamostayên zanîngehê, peymangeh û dibistanan û hemû beşên bajêr beşdarî kampanya paqijkirina Duhokê bûne û em spasiya xelkê dikin.”

Hêjayî gotinê ye,  19ê Adarê pêleke baranê ya dijwar li parêzgehên Herêma Kurdistanê bariya ku bandora wê zêdetir li ser parêzgeha Duhokê bû. Çend taxên bajar ketin ber lehiyê ku gelek mal, bi otomobîl ber xwe ve bir û hejmarek rê jî hatin girtin.

Piştî lehiyê li ser fermana Serok Barzanî, di qonaxa yekem de û di merasîmekê de; kilîtên 117 xanî (apartmanan) bo 117 kesên xaniyên wan ji ber lehiyê zirareke mezin dîtine hatin dayîn. Ev prose berdewam dike û biryar e berî meha Remezanê bidawî bibe qonax bi qonax hemû ziyanpêketiyên lehiya Duhokê bêne qerebûkirin.

Kurdistan Haberleri

Mesrûr Barzanî ji Hikûmeta Iraqê re: Erkên xwe bicih bînin
ENKS: Sîstema nenavendî wê yekbûna Sûriyê biparêze
Sûriye | Ebû Şeqra yê di lîsteya terorê de bû fermandarê Herêma Cizîrê
Skype ji îro pê ve xizmeta xwe bi dawî dike
Yasa di Rojnameya Fermî ya Îraqê de hat weşandin: Helebce êdî parêzgeh e