33 leşkerên Tirkîyê hatine kuştin

Walîtîya Hatayê got, li Îdlibê 33 leşkerên me canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Walîtîya Hatayê daxuyanîya xwe de eşkere kir ku li Idlibê ji alîye artêşa Sûrîyê ve êrişê leşkerên tirk hatinkirin. Di vê êrişê de 9 leşkerên tirk hatin kuştin. Walîtîya Hatayê careke din daxuyanî da û hat gotin ku 22 leşkerên tirk hatine kuştin. Herî dawî Walîtîyê da zanîn hejmara kuştîyên serbazên wan bûye 33 kes. 

Walîyê Hatayê Rahmi Dogan daxuyanîya xwe de wiha axivî,” Li İdlîbê ji alîyê hêzên Surîyê ve êrîşa asmanî bo artêşa Tirkîyê hat kirin. Di encama vê êrîşê de, 22 leşkerê me bûn. Û hî leşkere me bi giranî birîndar in. Me birîndarên xwe ji derîye sînor yên Cilvegözüyê girt. Û niha tedawmîya leşkerên me yên birîndar berdewam dike. Emê rayagiştî derbarê mijara leşkere me de agahfar bikin.”

Bi piştevanîya Rûsya û Îranê rejima Sûrîyê operasyonê li dijî bajarê Idlibê encam dide û hewl dide bajar ji destê komên çekdar derxe. Beramber wê yekê jî Tirkîye piştevanîyê dide komên çekdar î opozîsyona Sûrîye. Di nava mehekê da çendîn care hêzên Rûsyayê û Tirkîyê rûberûyî hevdu dibin.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin