32 welatan cezayên bidarvekirinê yên li Îranê şermezar kirin

.

 Fransa, Brîtanya û Kanada jî di nav de bêhtirî 30 welatan bi daxuyaniyeke hevpar cezayên bidarvekirinê yên li Îranê şermezar kirin.

Wan welatan da zanîn ku Komara Îslamî ji bo "bêdengkirina xwenîşandanan" xwenîşanderan bi dar ve dike.

Van welatan bi hevkariya berpirsê bilind ê dîplomasiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE), "bidarvekirina xwenîşanderan a berdewam û bikaranîna cezayê bidarvekirinê" yê li Îranê bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bikaranîna cezayê bidarvekirinê ya ji bo bêdengkirina xwenîşandanan, tirsandina civakê û cezakirina kesên ku mafên xwe yên mirovî bi kar tînin nayê qebûlkirin.

Divê gelê Îranê di bikaranîna mafê xwe yê azadiya raderbirînê û kombûna aştiyane de azad be."

Wezareta Karên Derve ya Fransayê ragihand ku destpêkê 26 welatan û Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê daxuyanî îmze kiriye.

Pişt re welatên din jî tevlî bûne û hejmara îmzeyan gihîştiye 32 welatan.

“Rejîm xwînê dirijîne”

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li gel daxuyaniyê li ser hesabê xwe yê Xê ev tişt nivîsîn:

"Heft meh piştî ku gelê Îranê ji bo daxwaza dad û rûmetê rabû ser pêyan û tawanên komî hatin kirin, rejim bidarvekirinan pirtir dike û xwînê dirijîne.

Divê dawî li vê guvaşa nemirovî were. Divê berpirs hesab bidin. Divê girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Divê gelê Îranê paşeroja xwe bi azadî diyar bike û rêz li mafên wan ên bingehîn were girtin."

Awistralya, Zelandaya Nû, Îrlanda, Îtalya, Almanya û gelek welatên din ên Ewropayê jî di nav wan welatan de bûn ku bangî Îranê kir.

Wan xwest ku Îran "demildest dawî li bikaranîna cezayê darvekirinê bîne û hemû kesên ku bi awayekî kêfî hatine desteserkirin serbest berde."

Îranê rexne red kirin

Li hemberî vê yekê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Era”çî rexne red kirin û li ser Xê wiha nivîsî:

"Divê welatên wekî Fransayê dev ji dayîna dersên 'mafên mirovan' û hiqûqa navneteweyî berdin. Ev durûtî gelekî eşkere û cihê şermê ye."

Eraqçî her wiha nivîsî, "Piştgiriya we ya ji bo komkujiyên Îsraîlê yên li Xezeyê û êrişên li ser Îranê, hemû helwestên we yên sêncî têk birine."

Destpêka îsal xwenîşandanên li dijî hikûmetê li seranserê Îranê belav bûbûn.

Piştî van xwenîşandanan Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan li ser pirbûna bidarvekirinan hişyarî dabû.

Di 5 mehan de 56 bidarvekirin

Destpêka vê mehê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk diyar kiribû ku Tehran cezayê bidarvekirinê ji bo "belavkirina tirsê" bi kar tîne.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji 19ê Adarê ve bi tohmetên “ewlehiya neteweyî” herî kêm 56 kes hatine bidarvekirin. Ji wan 27 kes bi xwenîşandanan re têkildar bûn.

Turk hişyarî da ku bêhtirî 100 kesên din di bin metirsiya bidarvekirinê de ne.

Wî anî zimên ku Neteweyên Yekbûyî ji ber nebûna darizandineke dadperwer û mikurhatinên bi darê zorê dilgiran e.

Dawiya Kanûna Pêşîn a sala borî, tevgereke xwenîşandanan ku destpêkê ji ber bihabûna jiyanê derketibû holê, veguherî xwenîşandaneke berfireh a li dijî hikûmetê.

Rayedarên Îranê ragihand ku bêhtirî 3 hezar kesan mirine lê wan bûyerên tundiyê bi "çalakiyên terorê" yên bi piştgiriya Amerîka û Îsraîlê ve girê dan.

Rêxistinên mafên mirovan ên li derveyî Îranê jî hejmareke gelekî pirtir tomar dikin û dibêjin ku hêzên ewlehiyê gule berdane xwenîşanderan.

Li hêla din, Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişeke hevpar bir ser Îranê û di encamê de şerê Rojhilata Navîn dest pê kir.

Piştî vê yekê li Îranê girtin û bidarvekirinên bi şer û xwenîşandanan re têkildar gelekî pir bûn.

Li gorî raporeke Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Îranê sala borî bêhtirî 2 hezar û 150 kesan bi dar ve kirine.

Îran bi vê yekê re piştî Çînê li cîhanê bû welatê duyem ku herî pir cezayê bidarvekirinê pêk tîne.

Siyaset Haberleri

Li Dihokê ‘Rêberê Rastnivîsa Zimanê Kurdî’ hat ragihandin
Zanayên olî yên Baneyê bersiv da meleyê ku êrişî Kurdên Êzidî kiribû
Têmûrê Xelîl rastiya li pişt strana ‘Welatê me Kurdistan e’ zelal kir
Tehranê îdia kir: Partiyên Rojhilat dixwest bi alîkariya Amerîkayê êriş bikin
Hîwa Ehmed: Rakan Cibûrî 72 hezar erebên hawirde li Kerkûkê bicih kirine