309 kes li Başûrê Kurdistanê bi îdamê hatine mehkûmkirin

Desteya mafên mirov ya Herêma Kurdistanê ragihand, li Herêma Kurdistanê zêdetirî 300 girtî bi îdamê hatine mehkûmkirin.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê desteya mafên mirov ya Kurdistanê, Mihemed Gomeşînî ji BasNewsê re got, li Herêma Kurdistanê 309 girtî bi îdamê hatine mehkûmkirin ku piranîya wan zilam in.

Mihemed Gomeşînî da zanîn, ji wan girtîyan 287 zilam û yên din jî jin in. 9 jin li Silêmanîyê, 7 li Hewlêrê û 6 jî li Duhokê bi îdamê hatine mehkûmkirin. 129 zilam li Silêmanîyê, 76 li Hewlêrê û 82 jî li Duhokê bi îdamê hatine mehkûmkirin.

Bi gotina berdevkê desteya mafên mirov, cezayê îdamê ji sala 2008 ve heta niha nehatîye bicîhanîn.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist