3 mûşek li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê ketin

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê ragihand, îro bi 3 mûşekên ji corê katyuşa êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê hat kirin.

Navenda Nûçeyan - Li gor daxuyanîya ku Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê belav kirîye, îro Çarşem 6ê Gulanê 3 mûşekên katyuşa arasteyî Balafirxaneya Bexdayê hatine kirin.

Di daxuyanîyê de tê gotin, mûşek li derdora balafirxaneyê ketine xwarê, lê nebûye sedema ti zirarên berçav.

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê herwiha amaje bi wê yekê jî dike, ku hêzên ewlehîyê yên Iraqê sekoya hildan û teqandina wan mûşekan li navçeya Bekirîye ya li rojavayê bajarê Bexdayê dîtine û dest bi ser de girtine.

Hêzên ewlehîyê piştî wê êrîşê, tedbîrên emnî yên li Balafirxaneya Bexdayê û derdora wê zêdetir kirine û derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.

Hêj ti alîyekî berpirsatîya êrîşa îro li xwe negirtîye.

Herwiha hikûmet û hêzên ewlehîyê yên Iraqê ti alîyek bi encamdana êrîşê tohmetbar nekirine.

Pêştir jî gelek caran êrîşên bi vî awayî bo ser Balafirxaneya Bexdayê û cihên din ên li paytexta Iraqê hatine encamdan, ku piranîya caran milîsên Şîe yên ser bi Îranê ve bi encamdana wan êrîşan hatine tohmetbarkirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist