276 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin

.


 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 54 hezar û 740 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin û herwiha 276 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 301 hezar û 108 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 54 hezar û 740 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 276 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 35 hezar û 503 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 633 hezar û 925 kesan û 32 hezar û 943 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 194 hezar û 978 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 40 milyon û 385 hezar û 250 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin