2400 çekdarên opozîsyona Sûrîyê gihîştine Lîbyayê

Nêzîkî 2400 çekdarên opozîsyona Sûrîyê yên alîgirên Tirkîyê gihîştine Lîbyayê.

Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Tirkîye bi tomarkirina navên çekdaran Sûrî ji bo çûna Lîbyayê berdewam e û heta niha hejmara çekdarên Sûrî yên gihîştine Lîbyayê gihîştîye 2400 çekdarî.

Rewangehê dîyar kir, niha jî 1700 çekdarên opozîsyona Sûrîyê li serbazgehên Tirkîyê tên rahênankirin, ji bo lîbyayê bêne veguhastin.

Amaje bi wê da, tomarkirina navên çekdaran li Efrînê û navçeyên din ên di bin kontrola grûpên çekdar de berdewam e û bi taybet çekdarên grûpên Lîwaya El Mutesêm, Firqeya Sultan Silêman, Lîwaya Siqor Şemal, El Hemzat, Feyleq El Şam, Silêman Şah û Lîwaya Semerqend navên xwe tomar dikin.

Li gor zanyarîyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Tirkîye dixwaze 6 hezar çekdarên Sûrî bibe Lîbyayê.

Dîyar kir jî, di encama şer û pevçûn de heta niha 24 çekdarên opozîsyona Sûrîyê li Lîbyayê hatine kuştin.

Rewangehê pêştir jî belav kiribû, çekdarên Sûrî bi rîya firokeyên Tirkîyê bo Lîbyayê têne veguhastin.

Li gor rêkeftina navdewletî ya li dijî biçekirina çeteyan a ser bi Netewên Yekgirtî be, rahênankirin û bikaranîna çeteyan tewan e.

 

K24

 

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir