20 baroyan daxwaza azadkirina Aysel Tugluk dikin

.

20 baroyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, ji ber rewşa metirsîdar ya tendirustiya Aysel Tugluk, daxwaza azadkirina wê kirin.

Baroyên Diyarbekir, Mêrdîn, Wan, Îzmîr û Edene jî di nav de, bi giştî 20 baroyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, bal kişandin li ser rewşa xirap ya tendirustiya parlamentera berê Aysel Tugluk û daxwaza azadkirina wê kirin.

Aysel Tugluk, sala 2005 wek hevseroka damezrîner ya Partiya Civaka Demokratîk -DTP hat hilbijartin. Kanûna 2016 bi tometa bangeşe û alîkariya PKKê hat zîndankirin û ji Kanûna 2016’ê ve di zîndanê de ye. heta niha bi giştî zedetirî 25 salan siza girtiye.

Li gor raportên pizîşkî, Aysel Tugluk li zîndanê rastî nexweşiya Alzaymer hatiye û rewşa wê ya tendirustî rê nade bi tenê pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne. Di gel kempînên ser torên civakî û bangên aliyan, azadkirina Tugluk tê retkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin