20 artêşên herî bihêz ên cîhanê hatin eşkerekirin

.

Dezgeha Global Firpowerê ya Amerîkayê di rapora xwe ya sala 2025an de artêşên herî bihêz ên cîhanê eşkere kirin.

Hêza leşkerî ya welatan, li gorî zêdetirî 60 pîvanên wekî hejmara personelên leşkerî, bûdceya parastinê, hêza hewayî û deryayî, kapasîteya lojîstîkî û serdestiya teknolojîk hatiye nirxandin.

Amerîka di serê lîsteyê de cih girt û Rûsya di rêza duyem de û Çîn jî di rêza sêyem de ye.

Tirkiye di rêza nehemîn de cih digire û wekî "duyemîn artêşa herî xurt a NATOyê" derket pêş.

Di nav 10 artêşên ewil de welatên ku bi hêza xwe ya leşkerî derdikevin pêş wekî Hindistan, Koreya Başûr, Brîtanya, Fransa, Japonya û Îtalya cih digirin.

Ev welat bi bûdceya xwe ya parastinê ya zêde, pêşketina teknolojîk û stratejiyên xwe yên leşkerî yên bihêz rolên girîng di hevsengiyên leşkerî yên cîhanê de dilîzin.

Li gorî rapora 2025an, Fransa û Almanyayê bi xurtkirina hêza xwe ya leşkerî di rêzbendiyê de pêş ketin lê welatên wekî Japonya û Îranê paş ketine.

Îsraîlê jî bi pêşketinên di kapasîteya parastinê de derket jor.

Li gorî lîsteyê 20 welatên ewil ev in:

  • Amerîka
  • Rûsya
  • Çîn
  • Hindistan
  • Koreya Başûr
  • Brîtanya
  • Fransa
  • Japonya
  • Tirkiye
  • Îtalya
  • Brezîlya
  • Pakistan
  • Endonezya
  • Almanya
  • Îsraîl
  • Îran
  • Spanya
  • Awistralya
  • Misir
  • Ukrayna

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist