2 serbazên Tirkîyê hatin kuştin

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihand, 2 serbazên wî welatî li Rojava û Başûrê Kurdistanê hatine kuştin û serbazekî din jî birîndar bûye.

Navenda Nûçeyan- Di daxuyanîyekê de, Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihandîye, li sînorê bajarê Girê Spî di encama êrîşeke bi hawanan de ku roja bihorî 2ê Kanûnê pêk hatîye, serbazekî wî welatî hatîye kuştin. Wezareta Berevanîya Tirkîyê, endamên rêxistina terorîstî bi bikerê wê êrîşê bi nav kirîye, lê belê nedaye xuyakirin, ku mebest ji wê rêxistina terorîstî kîjan alî ye.

Di beşeke din a daxuyanîya Wezareta Bereavnîya Tirkîyê de hatîye gotin, serbazekî wî welatî li sînorê Operasyona Pence-3, ku dikeve navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, hatîye kuştin û serbazekî din jî birîndar bûye.

Li gor daxuyanîyekê, ew serbaz di encama pevçûneke li gel gerîlayên PKKê de hatine kuştin û birîndarkirin.

Tirkîyê ji roja 9ê Cotmeha îsal ve di çaçroveya operasyona bi navê Operasyona Kanîya Aştîyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û niha herdu bajarên Girê Spî û Serê Kanîyê û bi dehan gundên ser bi van bajaran ve xistine di bin kontrola xwe de.

Herwiha artêşa Tirkîyê di 23ê Tebaxa îsal de li sînorê Heftenîn û Sînatê yên ser bi qezaya Zaxoyê, bi hinceta şerê li dijî PKKê operasyonek bi navê Pence-3 da destpêkirin.

Berî wê, artêşa Tirkîyê li navçeya Xakûrkê du qonax ji operasyonên Pence-1 û Pence-2 dabûne destpêkirin.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye