2 serbazên Rûsî li Sûrîyê hatin kuştin

2 serbazên Rûsî li parêzgeha Der'a li başûrê Sûrîyê ji alîyê kesên nenas ve hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan- Komela “Ehrar Horan” li hejmara xwe ya tora civakî belav kir, li bajarê Newa ya Parêzgeha Der'ayê 2 serbazên Rûsî ji alîyê hin kesên nenas ve hatin gulebarankirin.

Dîyar kir jî, dema ew her du serbazên Rûsî li rêbenda Ebo Xişê ya bajarê Newa bûn, 2 kesên li motorsîklekê siwar bûbûn êrîşî wan kir, di encamê de her du serbazan canê xwe jidest dan.

Piştî bûyerê, DAIŞê berpirsatîya xwe di ber kuştina her du serbazên Rûsî de ragihand.

Heta niha ti daxuyanî derbarê vê êrîşa li ser serbazên wê de belav nekirîye.

K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist