180 serbazên Kurd li rêzên artêşa Iraqê li Mexmûrê asê mane

Nêzikî 180 serbazên Kurd li rêzên hêzên Iraqê, ji ber qedexeya hatinûçûnê li xaleke kontrolê li Mexmûrê hatine rawestandin û nikarin derbas bibin.

Navenda Nûçeyan - Nêzikî 180 serbazên Kurd ên li nav rêzên hêzên Iraqêî zêdetirî 3 roj e, li xala pişkinînê ya bazargeha Mexmûrê hatine rawestandin û bi şev di nav otomobîlên xwe de radizên.

Bapîr Bedel, xelkê Şingalê ye û koçberê kampa Şêxan e, li nav rêzên hêzên Altûnî ye. Bedel dibêje, 40 rojan bi hêvîya 8 roj li mala xwe bimîne li ser erk bû û ev 3 roj e jî li xala pişkinînê derbas kirin.

Piranîya wan serbazên Kurd niştecihên parêzgeha Duhokê ne. Berpirsên parêzgeha Hewlêrê jî dibêjin, bi biryara Wezareta Navxwe, hemû cûre hatinûçûn li nav Herêma Kurdistanê û Iraqê hatîye ragirtin.

Herwiha ew berpirs dîyar dikin, ji bo ku rê bi wan serbazan bidin, pêwîstî bi biryareke nû ya Wezareta Navxwe heye.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist