18 Piroje Yasayan Tên Şandin

​​​​​​​Civata Wezîran bo cîbicîkirina xiçên giştîyên karnameya kabîneya nehem, 18 piroje yasayan dişîne Perlemana Kurdistanê.

Civata Wezîran bo cîbicîkirina xiçên giştîyên karnameya kabîneya nehem, 18 piroje yasayan dişîne Perlemana Kurdistanê. Giringtirîn ew piroje yasayê dihên şandin, yasaya budce ya Herêma Kurdistanê, çaksazî, piroje yasaya hevwarkirina yasaya weberhênanê, ji bilî çend pirojeyên taybet bi kerta tenduristîyê û pizîşkan.

Behcet Elî, endamê komîteya darayî û abûrî di Perlemana Kurdistanê de, aşkera dike, ku piranîya wan piroje yasayan  bo cîbicîkirina karnameya kabîneya nehem di giring in. Nemaze jî piroje yasaya çaksazîyê, budce û hevwarkirina yasaya weberhînanê.

Werza yasadanana Perlemanê destpêkirîye û Perlemana Kurdistanê jî di dema sê rojan de piroje û pêşnîyazan wedigire. Lew pêdvîye hikumet di dema sê rojên dahatî de, pirojeyên xwe bişîne perlemanê.

Xedîce Mizûrî, endama komîteya yasaya perlemanê behsa wan rêyan dike ewên ku pirojeyên hikumetê pê re dibuhirin.

Pişkek ji pirojeyan pêdivî bi rêkkevtina sîyasî heye, wek pirojeya budceya Herêma Kurdistanê û yasaya çaksazîyê. Komîteyek jî ji Civata  Wezîran û Perlemanê bo vê mebestê gotûbêjan dikin û berî bihêt şandin bo perlemanê rêkevtina sîyasî li ser dihên kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist