112 êdî bi Kurdî jî xizmetê dide welatîyan

Li Dîyarbekirê êdî ji bo hemû rewşên lezgîn welatî dê bikaribin tenê li jimareya 112an bigerin û bi Kurmancî û Zazakî û Tirkî daxwazên xwe bînin zimên.

Li gorî nûçeye Hesen Kosenê K24ê, ji alîyê Parêzgerîya Dîyarbekirê hat ragihandin ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatîyan û rewşên lezgîn wan hemû hejmarên hawarçûn û arîkarîyê di bin banê yek jimareyê de kom kirine.

Ji niha û pê de welatî dê tenê li jimareya 112 bigerin û bikaribin ji bo rewşên lezgîn xizmetê werbigirin. Li gorî rewşê, karmendên li navenda rewşên lezgîn dê daxwaza welatîyan beralî bike û tîmên hawarçûn û arîkarîyê rêke cihê bûyerê. Welatî dê bikaribin daxwazên xwe bi Kurmancî û Zazakî û Tirkî jî bînin zimên. Heta niha her sazîyekê jimareyên wan ên cuda hebûn ango jimareya polîs û cenderme û agirkuj û ambulans û daristan û hwd hebûn. Ji 81 bajarên Bakur û Tirkîyeyê niha li 47 bajaran êdî hemû jimareyên hawarçûn û arîkarîyê di bin banekê de hatine komkirin.

Parêzgerê Dîyarbekirê Munîr Kararoglu li ser vê pergala nû got: “Ev pergaleke hemdem e. Ji bo bajarê me li ser xêrê be. Dîyarbekir bajarekî pirziman e. Dê welatî ne tenê bi Tirkî lê dê bi Kurmancî û Zazakî jî bikaribin daxwazên bînin zimên.”

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin