110 rojnamevanên Duhokê serdana Wanê dikin

.

Biryare di dawiya vê mehê de 110 rojnamevanên parêzgeha Duhokê serdana Bakurê Kurdistanê bikin û hin hevdîtinên rojnamevanî pêk bînin.

Sekretêra Şaxa Duhokê ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Viyan Ebas ji nûçegihanê Kanal8ê re ragihand, bi helkefta salvegera 126mîn ya rojnamegeriya Kurdî, wan biryar daye di îsal de geştekê ji bo 110 rojnamevanên Duhokê ji bo parêzgeha Wanê pêk bînin.

Viyan Ebas got, ew geşt dê di 31ê vê mehê de bê pêkanîn û dê sê rojan berdewam bike û armanc ji vê geştê, agehdarbûne ji rewşa karê rojnamevaniyê li Bakurê Kurdistanê, herwiha hevdunasîna rojnamevanên Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ye û dê hejmarek penel di navbera herdu aliyan de bên kirin.

Sekretêra Şaxa Duhokê ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê diyar kir, ew 110 rojnamevanên Duhokê, dê serdana cihên şûnwarî û geştiyarî yên Wanê bikin.

Yekem care hejmerek zêde ya rojnamevanên Duhokê serdana Bakurê Kurdistanê dikin.

Kurdistan Haberleri

Gumrika Kurdistanê biryareke Bexdayê ya derbarê deriyê Îbrahîm Xelîl de red dike
Donald Trump: Şerê li dijî Îranê bi giranî qediyaye
Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê civînek li dar xist
Îran û roja 10an - Êriş zêde bûn, bîlanço giran bû
Fransa: Divê di paşeroja Îranê de mafên Kurdan werin parastin