105 sal bi ser darvekirina Şêx Ebdulselamê Barzanî derbas bû

Şêx Ebdulselamê Barzanî di 14.12. 1914an de ji alîyê dewleta Osmanî ve li bajarê Mûsilê hat darvekirin. Ango îro 105 sal bi ser darvekirina Şêx Ebdulselamê Barzanî ve derbas dibe.

Haber Merkezi- Şêx Ebdulselam Barzanî bi armanca desteberkirina mafên neteweyî yên kurdan dest bi xebatê dike û ligel serokên eşîrên wê serdemê dicive. Di sala 1907an de nameyekê ji dewleta Osmanî ra dişine û dawa li padîşahên Osmanî dike ku mafên kurdan ên xwezayî û neteweyî werin naskirin û perwerdeya kurdî bo kurdan bihê dayîn.Herwiha hewl dide îdareya kurdî pêk bîne.

Herwiha Şêx Ebdulselam Barzanî bi serkirdeyên kurd yên wê demê weke, Simko Axayê Şikak, Ebdulrezaq Bedirxan, Şêx Mahmûdê Berzencî, Komeleya Talebeyan a Hêvî, Kurdistan Tealî Cemîyetî ra danûstendinan pêk dihîne û bo siberoja kurdan danûstendinan li gel wan dike. Gelek caran bi Ebdulrezaq Bedirxan û Simko Axa re dicive.

Padîşahê wê demê yê Osmanî, Sultan Reşad dijî hewldanên Ebdulselam Barzanî yê neteweyî derdikeve û wî zindanî dike.  Walîyê wê demê yê Musilê Suleyman Nazîf li ser fermana dewleta Osmanî Şêx Ebdulselam darve dike.

Şêx Ebdulselam Barzanî, birayê Mele Mistefa Barzanî yê mezin e û li ber çavê Mele Mistefa Barzanî dihête darvekirin. Dihête zanîn ku darvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî tesîreke mezin li Mele Mistefa Barzanî kirîye û biryarê dide ku liser doza birayê xwe Şêx Ebdulselam be.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir