100 barhilgirên lojîstîkî bo Rojavayê hatin şandin

Hat ragihandin nêzîkî 100 barhilgir alîkarîya serbazî û lojîstîkî ji bo HSDyê ji alîyê Hevpeymanîya Navdewletî ve hatin şandin.

Rewangeha Sûrîyê ya Mafên Mirovan belav kir, ku şeva borî nêzîkî 100 barhilgir alîkarîyên serbazî û lojîstîkî  û otomobîlên serbazî û zîrepoş ji bo navçeyên di destê HSDê da, ji alîyê Hevpeymanîya Navdewletî va hatin şandin. Li gor Rewangehê ew barhilgir li ser navçeyên Şedadê û Dêrezorê û Kobanî hatin belavkirin.

Herwiha Rewnagehê eşkere kir ku, ji bo yekem car du zîrepoşên bi ser NATOyê ve li binkeya Hevpeymanîyê ya li Kobanî hatine dîtin, ku ew jî digel karwanê hevpeymanîyê şeva bûrî derbaz bûbûn.

Li gor Rewangehê ji destpêka kontrolkirina Baxozê û heta niha ev e nêzîkî 660 barhilgir alîkarîyên serbazî ji alîyê Hevpeymanê ve derbasî navçeyên rojihlatê Firatê bûne.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?