10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn

.

 Îro 10êmîn salvegera Komkujiya Kobaniyê ye.

Berî 10 salan, di rojên dawî yên meha Hezîranê de, xelkê Kobaniyê û Kurdên hemû aliyên cîhanê, bi bihîstina nûçeya komkujiyeke mezin şiyar bûn.

Berbanga roja 25ê Hezîrana 2015an bi dehan çekdarên DAIŞê bi awayekî dizî, xwe gihandibûn gundê Berxbotanê yê li başûrê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê.

Çekdarên DAIŞê destpêkê li wî gundî komkujiyek pêk anî û piştre di ser rêya Helebê re, ji aliyê başûr ve derbasî nav bajarê Kobaniyê bûbûn û bi awayekî hovane dest bi komkujiya Kurdan kiribû.

Di komkujiyê de, gelek welatiyên sivîl li Kobaniyê û çoltera wê bûne qurbanî ku bi sedan jin, mêr, zarok û pîr û kal, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin şehîdkirin û birîndarkirin.

258 şehîd

Di komkujiyê de 258 Kurdên sivîl şehîd ketin ku di nava wan de 37 zarok (28 kur û 9 keç), 77 jin ku di nava wan de 3 jinên ducanî hebûn.

Tevahiya qurbaniyên wê komkujiyê ji 37 malbatan bûn.

Malbatên ku dayîk û bavên wan di komkujiyê de şehîd ketin 18 malbat bûn.

Her wiha 93 zarok di Komkujiya Kobaniyê de sêwî man.

276 birîndar

Di encama komkujiyê de 276 kes jî birîndar bûn.

Di wê bûyerê, nêzîkî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hinek jî dîl hatin girtin.

Roja 27ê Hezîranê, ajansa fermî ya DAIŞê ragihand ku wan komkujiya Kurdan a Kobaniyê pêk aniyê.

Piştî wê bi 48 demjimêran, tevahiya taxên Kobaniyê ji aliyê YPG û YPJyê ve ji çekdarên DAIŞê hatin paqijkirin û hatin kontrolkirin.

Di wî şerî de 35 şervanên YPG û YPJyê şehîd ketin.

Kurdên hemû cîhanê û bi taybetî xelkê Kobaniyê her sal komkujiya mezin bi xemgînî bi bîr tînin.

Rizgarkirina Kobaniyê

15ê Îlona 2014an çekdarên DAIŞê ji aliyên rojava, başûr û rojhilat ve êrişî Kobaniyê kir û 350 gundên wê dagir kirin û piştre ketin navenda bajarê Kobaniyê.

Piştî 134 rojan ji şer û pevçûnên giran, 26ê Kanûna Pêşîna 2015an jî, bi berxwedana YPG, YPJ û Pêşmergeyên ku çûbûne alîkariya wan, her wiha alîkariya asmanî ya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî Kobanî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin.

Siyaset Haberleri

Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
HSD: Îdiayên Wezareta Karên Navxwe ne rast in
Nakokiyên Hewlêr û Bexdayê û berjewendiyên Amerîkayê
Tayyip Erdogan: Kurd di parlementoyê de xwedî potansiyeleke mezin in