
Serokwezîrê nû yê Almanyayê diyar bû
.
Serokê Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyan (CSU) Friedrich Merz di tûra duyemîn a dengdana li Parlamentoya Almanya de wekî serokwezîr hat hilbijartin.
Friedrich Merz ji bo serokwezîrtiyê di dengdana tura yekemîn a li Parlamentoya Federal de dengên pêwîst wernegirtibûn.
621 parlamenter beşdarî dengdana tura yekemîn bûn û Merz 310 deng wergirtin.
Ji bo Friedrich Merz bihata hilbijartin pêwîstî bi 316 dengan hebû.
Ji bo hilbijartina serokwezîr li Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) careke din deng hat dayîn.
Di gera duyem de 618 parlamenter beşdarî dengdanê bûn û Merz 325 deng wergirtin.
Di dengdanê de 289 parlamenteran dengê "na" daye, 1 parlamenter jî bê alî ma û 3 deng jî nehatin qebûlkirin.
Bi vê encanê Friedrich Merz bû serokwezîrê nû yê Almanyayê.
Piştî hilbijartinên giştî yên 23yê Sibatê, partiyên Yekîtiya Xirîstiyab (CDU/CSU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) li ser avakirina hikûmetê li hev kiribû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin