
Serokwezîrê Brîtanyayê: Nabe ku Îran çekên atomî çêke
.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer derbarê êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê axivî û got, "Qet nayê qebûlkirin ku Îran bibe xwedî çekên nukleerî û Amerîka ji bo rêlibergirtina vê metirsiyê dest bi tevgerê kiriye."
Berbanga îro, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrişî tesîsên nukleerî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê kiriye.
Trump da zanîn ku balafirên wan asmanê Îranê li dû xwe hiştiye û êrişên wan bi awayekî serkeftî hatine pêkanîn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişên xwe yê li bingehên atomî yên Îranê wekî “pir serkeftî” bi nav kir û anî ziman:
“Bombebaraneke giran li tesîsa serekî Fordoyê hat kirin. Hemû balafir bi selametî di rêya vegera malê de ne.
Ti leşkerên din li cîhanê nînin ku karibin vê bikin. Niha dema aştiyê ye!”
Keir Starmer li ser êrişa Amerîkayê axivî û diyar kir ku nabe ku ti carî destûr ji Îranê re bê dayîn da ku çekên nukleerî bi pêş bixe û Amerîka ji bo kêmkirina vê tehdîda Îranê ketiye tevgerê.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ji ser platforma medyaya civakî Xê li dijî bernameya navokî ya Îranê gotinên tund bi kar anîn.
Starmer got: “Bernameya navokî ya Îranê ji bo ewlehiya navneteweyî gefeke cidî ye. Divê ti carî neyê hiştin ku Îran çeka navokî pêş bixe û Amerîkayê ji bo kêmkirina vê gefê ketiye tevgerê.”
Starmer berdewamiya peyama xwe de teqez kir ku rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn hêjî lawaz e û anî zimên ku seqamgiriya li herêmê karê pêşîn e.
Serokwezîrê Brîtanyayê bang li Îranê kir û got: “Em bang li Îranê dikin ku vegere ser maseya dan û standinan û ji bo bidawîkirina vê krîzê çareseriyeke dîplomatîk bibîne."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin