Serokwezîrê Behrênê koça dawî kir
.
A+A-
49 salan serokwezirê Behrênê bû
Dîwana Qraliyetê ya Behrênê koça dawiyê ya Serokwezîrê Behrênê Mîr Xelîfe Bin Selman Al Xelîfe ragihand.
Ajansa Nûçeyan a Behrênê ragihand, Mîr Xelîfe Bin Selman vê sibehê di temenê 85 saliyê de li Nexweşxaneya Mayo Clinic a Amerîkayê koça dawiyê kir.
Xelîfe Bin Selman yekem serokwezîr e li cîhanê ku demeke dirêj li ser desthilatê ye. Ji sala 1971'an û vir ve (49 sal in) serokwezîr e.
Serokwezîrê Behrênê di sala 1935 'an de ji dayik bû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin