Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja rojnamevanan pîroz kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja rojnamevanan pîroz kir

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema 123 em salvegera rojnama Kurd û salvegera damezrandina Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê, roja temamê rojnamevan û xebatkarên şapemeniyê yên Kurdistanê û dinyayê pîroz kir.

Barzanî ragihand ku li Herêma Kurdistanê bo pêşdebirina rojnamegeriyê derfetên baş hene, bi sedan rêxistinên medyayê hene û di bin şertên azad de xebatên xwe didomînin. Barzanî got ku divê rojnamegerên Kurdistanê li ser exlaqê medyayê bimînin û weha got:

“Hukumeta Herêma Kurdistanê her wext xebatê bo azadiya medyayê û prensîbên demokrasiyê dixebite û heweskare ku şert û mercên rojnamegeriyê bo pêwendîdaran biafirîne.

Pêvajoya niha bêhtir pêdiviya wê bi rojnamegeriya realist û profesyonel heye. Divê rojnamegerên Kurdistanê rêz li qanûn û etîka medyayê ya profesyonel bigrin, xebatên xwe baş bikin, berpirsiyariya karên xwe bicîh bînin û peyamên wan bo hedefên netewî xizmetê bikin.

Em bi sedema salvegera rojnamegeriya Kurdistanê kesên bo rojnamegeriya Kurdistanê xizmet û pêşivaniyê dikin, rojnameyên mafê gelê Kurdistanê diparêzin, em xebat û têkoşîna wan bi rêz qebûl dikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin