
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em ligel Bexdayê derbarê budceyê de gihiştin rêkeftinê
.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihiştine rêkeftinê, ku beşa budceya Herêma Kurdistanê were şandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihiştine rêkeftinê, ku beşa budceya Herêma Kurdistanê were şandin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; ligel Mistefa Kazimî ji bo rasterêkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirine.
Mesrûr Barzanî eşkere kiriye: “Ez kêfxweş im ku radigihînim; em gihiştin rêkeftinê ku beşa budceya Herêma Kurdistanê were şandin, ev jî ji meha ewil a îsal ve dê were hîsabkirin.”
Herwiha diyar kiriye: “Min spasiya serokwezîr kir ji bo serkirdetiya wî û herwiha spasiya hikûmeta federalî kir ji bo piştevanîkirina rêkeftinê. Ev werçerxaneke girîng e û em bi hev re bi ser astengeke dijwar de zal bûn.”
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin