Serokê PAKê Mustafa Özçelik Li Batmanê  civînek li dar xist

Serokê PAKê Mustafa Özçelik Li Batmanê civînek li dar xist

.

A+A-

Serokê PAKê Mustafa Özçelik roja 15.07.2021e li gel Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba, Seroka Komîsyona Jinan a PAKê Nezîhe Karahan û endamê Meclîsa PAKê Husnu Onuk, seredana Teşkîlata Batmanê(Êlih) ya PAKê kirin.

Serokê Teşkîlata Batmanê ya PAKê Aziz Özdemir û rêveber û endamên PAKê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Serokê PAKê Mustafa Özçelik li ser rewşa sîyasî ya her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê nirxand, bîr û bawerî û sîyaseta PAKê anî ziman, di derbarê xebatên PAKê de agahdarî da.

Li gel rewşa pandemîyê û germahîya havînê û li gel ku cihê civînê gelekî biçûk bû jî, gelek endamên PAKê , nûnerên ENKSyê û welatperwerên Kurd ên li Batmanê jî beşdarî civînê bûn.

Piştî axaftina Mustafa Özçelik, beşdarên civînê jî pirsên xwe kirin, fikir û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin.

Civîn bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

pak1-014.jpgpak2-033.jpgpak3-034.jpgpak4-039.jpgpak5-011.jpgpak6-010.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin