Serokê PAKê Mustafa Özçelik: Kurdistan welatê me ye, azadî daxwaza me ye

Serokê PAKê Mustafa Özçelik: Kurdistan welatê me ye, azadî daxwaza me ye

Serokê PAKê Mustafa Özçelik: Kurdistan welatê me ye, azadî daxwaza me ye

A+A-

Li Başûrê Kurdistanê hinek hunermendan, bi minasebeta seredana Birêz Papa ya ji bo Başûrê Kurdistanê,  ji bo derxistina Pûleke ku wêneyê Birêz Papa û yê Nexşeya Kurdistanê li ser bûn çend pêşniyarî anîne.

Berdevkê Hikûmeta Herema Kurdistanê Birêz Cotyar Adil diyar kir ku ‘Bi awayekî guncaw dê pûl li gorî Destûrê û hiqûqê bên dîzaynkirin. Hunermendan çend pûlên ku dixwestin werin çap kirin dîzayn kirine, lê heta nuha tu biryara pesendkirinê nehatîye dayîn’.

Ev Pûla ku hatîye pêşniyar kirin bi taybetî bû sebebê  êrîşa Dewleta Tirkîyeyê û  Îranê.

Sebebê êrîşê Nexşeya Kurdistanê ye.

Kurdistan wek coxrafî, neteweyî, sîyasî, dirokî  navê welatekî ye. Ev rastîya,  di gelek biryar û dokumentên fermî yên Dewleta Osmanî û Dewleta Tirkîyeyê de jî hatîye qebûl kirin. Lê rayedar, sîyasetmedar, dîroknas û nivîskarên Dewleta Tirkîyeyê her xwestine vê rastîya dîrokî tune bihesibînin. Îro jî li Tirkîyeyê partîyên di desthilatê de ne û yên di mixalefetê de ne, ji bo rikberîya di navbera hev de, nexşeya Kurdistanê ji xwe re dikin sebebeke êrîşê.

Nexşeya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ne cara yekeme ku hatîye bikar anîn. Di gelek belge û dezgehên fermî yên Rêveberîya Herêma Kurdistanê de wek Alaya Kurdistanê , Nexşeya Kurdistanê jî hatîye bikaranîn. Partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê û Rêveberîya Federe ya Herêma Kurdistanê pir bi zelalî behsa perçebûna Kurdistanê kirine, dikin û ev Nexşeya Kurdistanê her parastine.

Wek her caran gava mesele dibe meseleya Kurdistanê, Dewleta Tirkîyeyê, Îranê, Iraqê û Sûrîyeyê her dibin hevalbendên hev.

Herweha bi minasebeta vê Pûlê careke din îspat bû ku, gava mesele bibe meseleya Kurdistanê, çi Tifaqa Cûmhûr, çi  Tifaqa Milet,  çi DEVA Partî, çi Gelecek Partî, ji serî heta binî hemû partîyên Tirkan dibin yek. Di eslê xwe de hemû  partîyên Tirkan wazîfeyên xwe bicîh tînin. Lê di rêyeke şaş de ne. Tune hesibandina Heyvê çawa karekî bê wate be, tune hesibandina Kurdistanê jî ewqas karekî bê wate ye, ji rastîyê dûr e.

Helbete ku seredana Birêz Papa ya ji bo Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi gelek alîyên xwe ve dikare bê şîrove kirin. Lê hatina Birêz Papa ya ji bo Başûrê Kurdistanê gaveke dîrokî ye. Vê  seredanê  di qada navneteweyî de ji bo danasîn û lêxwedîderketina Kurdistanê û ji  bo hemû Kurdan  rûpeleke nû vekirîye.

Ewlekarî, profesyonelî, rêk û pêkîya organîzasyona seredana  Birêz Papa ya ji bo Hewlêrê û nimêja  bi beşdarîya dehhezar kesan li Stadyûma Fransûwa Herîrî pêk hat, serbilindî û serkeftina Rêveberîya Herêma Kurdistanê û ya hemû Kurdan e.

Seredana Birêz Papa careke din aşkere kir ku Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn giraveke pêkve jîyanê, azadî, demokrasî ,wekhevî û hevdu qebûl kirina  hemû pêkhateyên etnîkî, olî, mezhebî ye.

Hêzên şowen, nîjadperest yên li  Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê, seredana Birêz Papa û serkeftina Kurdan, bi kîn û nefret û hesûdîyeke mezin şopandin.

Li Tirkîyeyê jî hemû hêzên ku li ser dijayetîya Kurd û Kurdistanê sîyasetê dikin, ev Pûla ji xwe re kirin hecet û hesûdî û tirs û  kîn û nefreta xwe dan der.

Li ser pirseke di heqê vê Pûlê de, Meral Daniş Beştaş a parlamenter û rêvebera HDPyê, li himberî nav û Nexşeya  Kurdistanê û li himberî Birêz Serok Mesûd Barzanî  bi ûslûbeke  bêberpirsiyarî,  helwesteke  bêrîzîyê nîşan da.

HDP ya ku xwe wek ‘Partîyeke Tirkîyeyî’ pênase dike û  dibêje ’Cimhûrîyeta Demokratîk, Netewa Demokratîk, Welatê Hevbeş’; carina xwe li karên ku ne karê wê ye radikişîne, dixwaze pêşkêşîya ‘Tifaqa Kurdistanî’ û  ‘Kongreya Netewî’  bike; carina jî wek ku Meral Daniş Beştaşê kirîye,  li navê Kurdistanê jî xwedî dernakeve.

Aşkereye ku, partîyeke ku nikaribe hebûna  Kurdistanê jî qebûl bike û biparêze , dê nikaribe bibe ‘Partîyeke Tirkîyeyî ya Demokrat’ jî.

Ji ber ku di navê PAKê de ‘Kurdistan’ heye, ji ber ku bernameya PAKê behsa neheqîya perçekirina axa Kurdistanê û behsa mafê çarenûsîya miletê Kurd dike, Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê di heqê PAKê de doza girtinê vekirîye. PAKê di Dadgeha Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê de, bi parastina xwe ya bi Kurdî û bi Tirkî,  li navê Kurdistanê, li doza azadîya Kurdistanê, li meşrûbûna daxwaza yek kirina axa Kurdistanê xwedî derketîye.

Miletê Kurd, bi sedan salane ku tûşî gelek neheqî, înkar û qetlîyaman bûye. Lê miletê Kurd  jî, Kurdistan jî her li cîhê xwe yên dîrokî mane; le yên ku neheqî û zilm li miletê Kurd kirine li ku derê ne?

Em ji wan  dewlet û dezgeh û kesên ku hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê qebûl nakin û bi kuştin û qetlîam û wêran kirin û hefs û tune hesibandin û asîmîlasyonê dixwazin rê li ber doza azadîya her çar perçeyên Kurdistanê bigirin re dibêjin , aşkere bûye ku hûnê nikaribin miletê Kurd  û doza wî ya azadîyê ya meşrû ji holê rakin. Miletê Kurd serê xwe netewandîye û dê netewîne.

Em hemû êrîş û bêrêzîyên li himberî nav û  Nexşeya Kurdistanê  têne kirin şermezar dikin.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê û bangî hemû partîyên desthilatdar û yên di mixalefetê de ne dikin, da ku dest ji vê sîyaseta xwe ya 98 salî berdin. Ev sîyaseta ku 98 sale , li ser hişmendîya înkar, asîmîlasyon, tune hesibandin, kuştin û  û şîdetê tê meşandin tu pirs çareser nekirine û dê ji îro pê de jî tu pirsan çareser nake.

12.03.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin