Serokê Îtîlafa Sûriyê: Mafê Kurdan e bi zimanê xwe bixwînin   

Serokê Îtîlafa Sûriyê: Mafê Kurdan e bi zimanê xwe bixwînin  

.

A+A-

Serokê Îtîlafa Sûriyê Nesir Herîrî “Min li dijî zimanê Kurdî qet daxuyanî nedaye û mafê Kurdan e bi zimanê xwe bixwînin.”

Şandeke Îtîlafa Sûriyê di bin serokayetiya Nesir Herîrî de Başûrê Kurdistanê ligel Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Hewlêrê hevdîtinek pêk anî û sibê dê ligel serok Barzanî bicive.

Şanda Îtîlafa Sûriyê konferanseke rojnamevani li dar xist û di konferansê de serokê Îtîlafê Nesir Herîrî ragihand, ku ew dê sibe ligel serok Barzanî rewşa Sûriyê û navçeyên Rêveberiya Xweser gutûbêj bikin.

Di derbarê pirseke Rûdawê de ya li ser zimanê Kurdî, ku di demên dawiyê de li ser medya civakî de xelkê dilgiraniya xwe nîşan dabû, Herîrî got, wî li dijî zimanê Kurdî qet daxuyanî nedaye û mafê Kurdan e bi zimanê xwe bixwînin.

Herîrî di berdewamiya axvtina xwe de wiha got “Ez ne weke her kesî di torên civakî de êrîş bikim, ji ber ku torên civakî gelekî girîng e, toreke girîng e ji bo çalakî û pêwendiyan û pevguhertina nerînan, ne xêrê rewa û ne şerê rewa heye, aliyê negetîv yê torên civakî jî heye, weke belavkirina van îdîayan, ev gotin ne rast e û ya rast ji me derdikeve. Tiştê ji me derdikeve pêwendiya bihêz ligel şerîk û birayên me yên Kurd ku beşek in ji civaka Sûriyê, em hev re jiyane û me bi hev re xebat kiriye û me bi hev re xwîn daye, lewma ligel hemû mafên wan in, di nav de jî mafê wan yê xwendina bi zimanê Kurdî.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin