Serokê Herêma Kurdistanê li ser salvegera rêkeftina 11 Adarê peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê li ser salvegera rêkeftina 11 Adarê peyamek belav kir

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera 51emîn a rêkeftina 11ê Adarê de radigihîne, rêkeftina 11ê Adara sala 1970an berhema Şoreşa Eylûla Mezin, têkoşîna û vîna bilind a gelê kurd bi rêbertiya Barzaniyê Nemir bû.

Serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniye xwe de diyar dike, “Mantiqê hêzên û paşvekişana ji rêkeftina 11ê Adarê, ji berdewamiya şer, wêrankirinê û karesatên zêdetir ji bo Iraqê, çi tiştekî din neanî, ji ber wê bila di vê bîranîn de, em hemû li Iraqê pend û waneyan ji dîrokê û şaşîtiyên berê dersekê bistînin û pabendî destûr, hevparî û hevkariya di navbera me de bin.”

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Em îro bi rêz û hurmet bîranîna 51 saliya rêkeftina 11 ê Adara sala 1970an dikin ku berhema Şoreşa Eylûla Mezin, têkoşîn, xweragirî û vîna bilind a gelê kurd bi rêbertiya Barzaniyê Nemir bû. Di vê bîr û boneyê de, em silavan ji giyanê şehîdên pak ên Kurdistanê re dişînin ku ji bo azadiya gel û welat giyanê xwe bexşandine.

Rêkeftina 11ê Adarê, yekem belgeya fermî bû di dîroka gelê Kurd a hevçerx de ku hikûmeta Iraqê neçar kir hin mafên wî di çarçoveya otonomiyê de de nas bike. Tevî ku hikûmeta Iraqê piştre li ser bingeha mantiqê hêzê ji rêkeftinê paşve vegeriya jî, lê wek her car bi îradeya gelê Kurdistanê ji bo gihîştina mafên xwe ji çekan bihêztir bû û heta dawiyê jî ew rêkeftin bû bingeha destkeftineke mezin a raperîn federalîzmê ji bo Herêma Kurdistanê.

Mantiqê hêzên û paşvekişana ji rêkeftina 11ê Adarê, ji berdewamiya şer, wêrankirinê û karesatên zêdetir ji bo Iraqê, çi tiştekî din neanî, ji ber wê bila di vê bîranîn de, em hemû li Iraqê pend û waneyan ji dîrokê û şaşîtiyên berê dersekê bistînin û pabendî destûr, hevparî û hevkariya di navbera me de bin, da ku em hemû arêşeyan çareser bikin û aram, ewlehî, pêşketin û paşerojeka baştir ji welat û hemû pêkhateyan re berdest bikin.

Rêkeftina 11'ê Adarê wek çawa berhema yekgirtîbûm, tebayî, yekrêzî û şoreşeke tevahiya pêkhateyên gelê Kurdistanê bû, bila em vê bîranên jî bikin handerê tebayî, yekrêzî, pêkvekarkirin û hevkariya di navbera tevahiya aliyan û pêkhateyan ji bo parastina destkeftan û çespandina sîstema federaliyê û misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin