Serokê Herêma Kurdistanê li ser 33 saliya kîmyabarana Helebcê peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê li ser 33 saliya kîmyabarana Helebcê peyamek belav kir

.

A+A-

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 33 saliya kîmyabarana Helebcê peyamek belav kir.

Îro 16 Adarê ye û 33 sal bi ser wê cînosayda ku rêjîma Beis ya Iraqê roja 16 Adara 1988 li bajarê Helebcê kir, derbas dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Îro sîh û sê sal li ser kîmyabarankirina Helebcê bi destê rejîma Beis û şehîdbûna zêdetirê pênç hezar welatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û wêranbûna bajar û derbederbûna xelkê wê da derbas dibe.

Li bîranîna ku ti demekê ji bîr neçûyê wê mergesata mezina li ser gelê me da hat, ji bilî rêz û silav û xwe çemandina li asta şehîd û qurbaniyan da, wekî herdem tekez li ser yekrêzî û tebayî û pêkveyiya hemû aliyan û pêkhatên Kurdistanê dikin. Wefadariya me ya ji bo xwîna şehîdan û bi vala neçûna ked û xebata gelê me, her ewe ji me dixwaze.

Di vê bîranînê de dûbare tekez li girîngîdana zêdetirê Helebce û xelkê wê dikîn. Xizmeta birîndaran û kesukarên qurbaniyan, kar û hengavên zêdetir dixwazê ku hêjayê parêzgehê Helebce û nîştecihên wê yên serbilind û sitemdîtî bê.

Dawakarîn Hikûmeta Iraqa Federal, wekî berpirsiyariyeke yasayî û exlaqî, li vî derbarî de erkê xwe bi cîh bike û ji bo qerebûkirina nîştecihên wê û jîngeha wêrankirî û jehrawîkirina parêzgehê Helebcê, hengavên kirdarî bavêje.

Li bîranîna mergesata Helebcê da daxwaz ji civaka navdewletî dikîn karên ciddî bikin bo ku qedexekirina berhemhênan û bikaranîna hemû cûre çekekî komkujî û nehiştina çek û teknolojiya mirinê. Divê eve xema hemû cîhanê ya bi navê parastina jiyan û jîngeh û şaristaniyetê da bê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin