Serokê Herêma Kurdistanê bi şandeke Fransî re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê bi şandeke Fransî re civiya

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeke Fransî re civiya, spasî û pêzanînên gelê Kurdistanê ji bo Fransa dûpat kir ku herdem di demên dijwar de piştgîriya mirovî, siyasî û serbazî ya Herêma Kurdistanê kiriye û hêvî xwest Fransa li piştgîrî û hevkariyên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam bê, herwiha spasî hewl û rola yarmetîder ya Serokê Fransayê Emanuel Macron ya ji bo çareserkirina kêşeyan û aramiya Iraqê kir.

Şanda Fransî jî ji bilî spasî û pêzanînên ji bo rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ya li şikandina DAIŞê û hewandina hejmareke zêde yê koçber û penaberan û pêkvejiyana di navbera pêkhatan dûpat kir ku Fransa bi girîngiyeke zêde ve li dostayetî û pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê û li pêgeh û rola Herêmê ya li aramiya Iraq û navçeyê da dinêre û hê jî kareke zêde yê hevbeş maye pêkve bikin û Herêma Kurdistanê bi faktoreke girîng ê aramiya navçeyê de da zanîn.

Do Sêşemê 25.05.2021 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Seroka Komîsyona Berevaniya Niştimanî û Serbazî ya li Parlemena Fransa Françoise Dumas û şandeke ligel kir ku ji Philip Mayer û Guendal Roylard Endamên Parlemen û Bruno Obert Balyozê Fransa li Iraqê û Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê pêk hatibûn.

Li gor zanyariyan, di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, kirdarên terorîstiyên DAIŞê, rola hêzên Fransiyan û Hevpeymaniya Navdewletî li hevkarî û piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûna terorê nirxandin û her du alî bi hev rê bûn ku DAIŞ hê jî gef û metirsiyeke rastîn e û ji bo ji navbirina wê ya yekcarî, Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwîstiya wan bi berdewamiya piştgîrî û erkê Hevpeymaniya Navdewletî heye.

Babatên din ên civînê, pêşxistina pêwendiyan û hevbeşiya zêdetir ê Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Fransa, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê û cîhanê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, guftûgoya çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda, mekanîzma alîkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên maddeya 140 a destûr, rewşa Sûriye bi giştî û çend mijareke girîng û hevbeşên din bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin