
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Ez bi wefata welatperwera Kurd Ferda Cemiloglû xanimê gelekî xemgînim
.
A+A-
"Îro bi xemgînî em bi wefata karsaz, sîyasetmedar, rewşenbîr a birêz û bikêrhatî, weltaperwera kurd a hêja, Ferda Cemiloglû yê hesîyan.Ferda xanê ji ber nexweşîya pênceşêrê koça dawî kir.
Em bi koça dawîya xebatkar û dilsoza doza azadîya Kurdistanê xuşka me ya delal Ferda Cemiloglû yê gelekî xemgînin.
Ruhê wê şad, cîhê wê biheşt be.
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê sersaxî,, sebir û metanetê ji hemû malbat, heval û hezkirîyên xwedê jê razî yê re dixwazin.
Serê gelê me sax be."
31.08.2021
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin