Serokê Baroya Amedê ji bo piştgiriya malbata Kurd çû Mêrsînê

Serokê Baroya Amedê ji bo piştgiriya malbata Kurd çû Mêrsînê

.

A+A-

 Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li gel şandekê ji bo piştgiriya malbata Kurd a Hewlêrî ku rastî êrişeke nijadperest hatibû, çû Mêrsînê.

Malbateke Kurd a ji Hêwlêra Başûrê Kurdistanê duh li Mêrsînê rastî êrişa grûpeke nijadperestên Tirk hatibû.

Otomobîla wê malbatê Kurd ku bo geştê serdana Tirkiyê kiribû, li navçeya Bozyazi ya Mêrsînê ji aliyê grûpeke Tirk ve hatibû rawestandin û grûpa nijadperest jibilî dijûnên li dijî Kurdan, bi tundî êrişî endamên wê malbatê kiribû.

Di encama êrişa nijadperestên Tirk de jibilî endamekî din ê malbatê, Muştaq Mehmûd Kerîm bi giranî birîndar bûbû û niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Anamurê tê dermankirin.

Piştî ku ev bûyer bi rêya Rûdawê belav bû, komele û baroyên herêmê jî ketin nav tevgerê û li gor daxuyaniya Baroya Amedê şandek bi serpereştiya Serokê Baroyê ber bi Mêrsînê ve bi rê ketiye ku piştgiriya yasayî bide wê malbatê.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Endamê Lijneya Rêveber a Baroyê Mehdî Ozdemîr vê sibehê, 14/05/2021, ber bi Mêrsînê ve bi rê ketine ku “piştgitiya hiqûqî” bidin wê malbata Kurd.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li hejmara xwe ya Twitterê jî peyamek derbarê bûyerê de belav kir û êrişa li dijî malbata Kurd şermezar kir û daxwaz kir, “lêpirsîneke bilez” derbarê êrişkaran de bê kirin û dozgerî jî zelalkirinekê derbarê bûyerê de bide.

Li aliyê din heta niha têkildarî êrişa li dijî malbata Kurd ji aliyê saziyên fermî ve ti daxuyanî nehatine belavkirin.

Şahidhalê bûyerê Cîhan Kutluk ji Rûdawê re ragihandibû, “Dema ku em ji Edenê ber bi Antalyayê ve diçûn, li navçeya Bozyazi ya bi ser Mêrsînê ve demjimêr derdora 16.00an pêşiya otomobîla malbatekê hatibû birin û ji aliyê çar kesan ve dihatin derbkirin. Bi keviran êrişî bav û kurê wî yê 12-13 salî dikirin û bi keviran li serên wan dixistin.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin